Xelkê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên Hemze Hemze û Faris Mezî re yên 20”ê Cotmehê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, xwestin.

Konê sersaxiyê li gundên Boxaz û Korek yên li Kobanê hate vedan.

Di merasîmê de Berdevka Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl jî got,

“Di destpêkê de êrişên li ser sivîlan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ve pêk dihatin lê ew têk çûn niha jî dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze bigihêje armancên xwe.”

Mizgîn da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe rûyê xwe yê rastî nîşan da ku hewil dide bi van gefên xwe yên dawî li ser herêmê deverên din ji xaka Sûriyê dagir bike.

Di merasîmê de endama Kongra Star a Kobanê Edle Bekir axivî û got û êriş şermezar kir.

Back to top button