Serokwezîr Mustefa El Kazimî ji êrişê rizgar bû-HAT NÛKIRIN

Şevê din li paytexta Iraqê Bexdayê, mala serokwezî Mustefa El Kazimî bû armanca êrişa balafireke bê mirov.

Piştî êrişê bi demekê Kazimî daxuyaniyek da û got, ew ê êrişên wiha li hemberî biryara wî nebin asteng.

Serok-komarê Iraqê Berhem Salih jî êriş weke hewldana darbeya li dijî destûra welat binav kir.

Ji qada navneteweyî gelek derdoran nerazîbûn nîşan êrişê da.

Devera binavê Herêma Kesk a li paytext Bexdayê, devera ku herî zêde xwedî tedbîrên ewlekariyê ye.

Mîna serok-komar û rayedarên din ên payabilidn, serokwezîr Mustefa El Kazimî jî li vê herêmê dimîne.

Şevê din mala wî bû armanca êrişa balafireke bê mirov.

Rêveberiya Ewlekariyê li Iraqê eşkere kir ku di êrişê de tiştek bi serokwezîrê nehatiye.

Û tenê 6 parêzvanên wî birîndar bûne.

Heta niha nayê zanîn bi êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Piştî bûyerê bi demeke kurt, Kazimî li ser hesabê xwe ê tevna civakî ev peyam parve kir:

Rewşa min başe, divê herkes baldar be.

Mîna destpêkê, niha jî ez canfedayê Iraq û gelê xwe me. Moşek û hewldanên bêbext wê vîna me têk nebin.

Serok-komarê Iraqê Berhem Salih jî bi van gotinan nerazîbûn nîşanî êrişê da:

Êrişa terorîstî ya li dijî serokwezîrê, di heman demê de destdirêjiyeke kirêt e li li gelê Iraqê hatiye kirin.

Ji bo aramî û ewlehiyê, pêwîst bi hevgirtina gel heye.

Em ê rê nedin ku li hemberî welat û destûra me a bingehîn ti darbe pêk werin.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê êriş weke hewldana terorê ya li dijî dewleta Iraqê binav kir.

Êrişa li dijî Mustefa El Kazimî di wexteke wiha de pêk hat ku encama hilbijartina Cotmehê rê li ber aloziyeke nû vekir.

Bi taybet Hevgirtina El Fetih a nêzî Îranê ku dibêje, di hilbijartinan de sextekarî û dizî pêk hatiye û ji ber vê yekê encaman qebûl nake.

Back to top button