HPG’ê: Êrişên artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin

Artêşa Tirk 4’ê Mijdarê li dijî herêma Heftenînê tevgereke nû ya dagirkeriyê destpêkir.
6’ê Mijdarê ev tevger bê encam bidawî bû.
Li aliyê din êrişên li dijî Herêmên Parastin yên Medyayê jî dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek rojane da û ev agahî parve kirin:

Êvara 4’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê barand.

Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir.

Ev operasyon 6’ê Mijdarê bi rengekî bêencam bi dawî bû.

5’ê Mijdarê artêşa Tirk qadên Werxelê û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê bi balafirên şer bombardiman kir.

Di navbera 5 û 7’ê Mijdarê jî qada Kanîsarkê ya Garê, qada Kanîbotkî û Gundê Sewrê yên Çemankê jî bûn armanca êrişa balafirên şer.

7’ê Mijdarê herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombardimankirin.

Heman rojê balafiran li herêma Zapê jî êrişî devera Qela Bedewê kirin.

Ji ber êrişan agir bi zeviyan ket û xelk neçar çam gundê xwe biterikîne.

Back to top button