Ukrayna: Rûsya êrişî Xersonê kir 2 kes hatin kuştin

Di şerê li Ukrayna de, Rûsya êrişî Xersonê kir.
Di êrişê de 2 kes hatin kuştin.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kyrylo Tîmoşenko ragihand ku di êrîşa Rûsyayê ya îro li navenda bajarê Xersonê yê li başûrê welêt de 2 kes mirin.

Tîmoşenko îro di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku di encama êrişa Rûsyayê de 100 metreyî avahiya rêveberiya herêmê 2 kes mirin.

Bajarê Xersonê ji dema ku mehekê berî niha ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatibû vegerandin, bi domdarî ji aliyê Rûsan ve tê armanckirin.

Di vê navberê de, hêzên Ukraynayê bi tundî navenda Donetskê ya di bin kontrola Moskowê de bombebaran kirin.

Şaredarê bajarê ku bi Rûsyayê ve girêdayî ye Aleksey Kulemzin di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de wiha got:

“Ji sala 2014an vir ve êrîşa herî mezin li ser navenda Donetskê saet 07:00ê sibê pêk anîn. navenda bajêr bi gelek roketavêjên BM-21 Grad.”

Kulemzîn êrîş weke “sûcê şer” bi nav kir.

Back to top button