Li navçeya Depê civîna di çarçoveya “Dema Azadiyê” de hate lidarxistin

Hevdîtinên HDP’ê yên di çarçoveya “Dema Azadiyê” de bi gel re dewam dike.
Îro civînek li navçeya Depê hate lidarxistin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û diyar kir ku krîzên li Tirkiyê bi pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan dikarin werin çareserkirin.

Di çarçoveya hevdîtina “Dema Azadiyê” de Kongreya Civaka Demokratîk-KCD û Partiya Herêmên Demokratîk-DBP civîna gel li navçeya Depê ya Xarpêtê li dar xist.

Civîn li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û diyar kir ku ew di vê sedsala dawî de bi desthilata herî hov re rû bi rû ne.

Keskîn Bayindir eşkere kir ku desthilatê planên qirkirina Kurdan ji sala 2014’an ve xistiye meriyetê, lê li ne Kurd desthilat bi xwe têk diçe.

Bayindir da zanîn ku pêvajoya pêşiya wan ji bo gelê Kurd gelek girîng e û wê desthilata AKP-MHP’ê di dema pêş de çem û çem biçe.

Her wiha hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku zihniyeta serwer sed sal in êrişî Kurdan dikin û dixwazin bikin koleyên xwe.

Berdan Ozturk got:

“Kurdan tu carî serî netewandine û çawa her tim li dijî her cure neheqî û êrişan li ber xwe dane û wê her li ber xwe bidin.”

Berdan Ozturk di dewamiya axaftina xwe de dibêje:

“Ji bo bidawîkirina krîzên li welat pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Birêz Ocalan bi sedan car pêşniyazên çareseriyê kir. Ji bo azadî û demokratîkkirina Tirkiyê gelek rê û rêbaz pêşkêş kir ev pirsgirêka xitimandinê bi rêbazên Ocalan re dikarin werin çareserkirin.

Lê li şûna diyaloga bi Ocalan re, polîtîkayên êrişan xistine dewrê.”

Back to top button