NATHAN SILES:ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ

Piştî DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve li Baxozê têk çû, niha bi rêya şaneyên xwe yên razayî teqînan pêk tîne û aramiya herêman hedef digre. Çeteyên DAIŞ`ê yên ku komkujî li Sûriye û Iraqê kirine, niha berê xwe didin Afganistanê da ku alîkariya planên êrîşên li dijî Amerîkayê bikin.
Koordînatorê Têkoşîna Li Dijî Terorê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de Nathan Siles diyar kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî nebûye, lê derbasî qonaxeke nû bûye.

Nathan Siles di panelekê de ku li peymangeha Brookings ya paytaxa Amerîka Washingtonê pêk hatibû, got:

“Xeteriya DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye, hêza wê heye ku êrîşî me û hevalbendên me bike.”

Siles balkişand li ser rêxistinên DAIŞ û Boko Hiram ku ew ji kuştina 35 hezar kesî ji sala 2012’an ve berpirsyar in.

Li gorî raporan , yek ji êrîşkarên êrîşa li Srî Lankayê li Sûriyê perwerde bûye.

Rayedarên Amerîkayê diyar dikin ku Koalîsyona Navdewletî ji bo rawestandina çavkaniyên destekdayîna bi DAIŞ’ê re gelek tedbîr girtine.

Leave a Reply

Back to top button