Li Girtîgeha Ûrmiyeyê zextên li hemberî girtiyên jin zêde bûn

Li Girtîgeha Ûrmiyê ya bajarê Rojhilatê Kurdistanê zextên li hemberî girtiyên jin zêde bûne.
Piştî grêva birçîbûnê ya Jinên girtiyên siyasî yên Kurd, rêveberiya girtîgehê soz dabû ku ew ê kirinên xwe yên li dijî jinan rawestînin.
Lê belê hêzên rejîma Îranê ev soza xwe bi cih neanî û hîn 10 roj di ser vê sozê re derbas nebûn ji nû ve dest bi êşkenceyê kirin.

Li Girtîgeha Ûrmiyê ya bajarê Rojhilatê Kurdistanê zext û zordariya li dijî girtiyên siyasî û bi taybetî jî li jinan zêde bûne.

Girtiyên jin ên li girtîgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî greva birçîbûnê ya di meha cotmehê de dan destpêkirin, ji hêzên dewleta Îranê soz wergirtin ku wê polîtîkayên zordariyê bi dawî bibin.

Lê belê hêzên dewletê ev soza xwe bi cih neanî û hîn 10 roj di ser vê sozê re derbas nebûn ji nû ve dest bi êşkenceyê kirin.

Jinên li zindana Ûrmiyê têne girtin, cotmeha debasbûyî li dijî zexta rêveberiya girtîgehê ku ferz dikir ku girtî bi zorê tevlî kûrsan bibin, qebûl nekirin.

Li ser vê yekê axaftina bi telefonê li girtiyan hate qedexekirin û derketina hewşê tenê ji bo saetekê hate kêmkirin.

Jinan ev zext şermezar kirin û betaniye şewitandin û serî hildan.

Rêveberiya girtîgehê girtiyên serî hildan xistin hucreyan û gefa êşkence û mirinê li wan xwarin.

Piştî nûçeyên ku di ANF’ê de hatin weşandin, rêveberiya girtîgehê bi girtiyên siyasî re hevdîtin kir û diyar kirin ku eger berxwedana xwe bi dawî bikin wê şertên girtiyan hemûyan qebûl bikin.

Li ser vê yekê girtiyên siyasî 22’yê cotmeha 2021’ê ragihandin ku ew serhildanê bi dawî dikin.

Lê Piştî ku serhildan bi dawî bû, hêzên rejîma Îranê carek din dest bi îşkence û kirinên xerab li girtiyên jin kirin.

Dema derketina hewşê jî bi temamî qedexe kirin.

Girtiyên jin ragihandin ku eger li dijî jinan ev hovitî dewam bikin wê ji nû ve dest bi greva birçîbûnê û çalakiyan bikin.

Back to top button