Şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana MXDŞ’ê kir

Di salvegera 7’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de şandeyek ji Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Şengalê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

Şandeya ji endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd El Maemê, Cigirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Hemdan El Ebdî, û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis û hin kesên din jî pêk hat.

Şande ji aliyê rêveberên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê MXDŞ ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina her du aliyan de zêdetir girîngî li ser xurtkirina têkiliyên li gel her du rêveberiyan û dîsa destekdayîna xebatên rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengalê.

Back to top button