Li Dêrazorê sûcên dewleta Tirk dijî welatiyên herêmê hatin şermezarkirin

Li Dêrazorê sûcên dewleta Tirk dijî welatiyên herêmê hatin şermezarkirin.

Bi diruşmeya “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê red dikin” Komîteya Perwerdeyê ya herêma rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna rûspiyên herêmê û nûnerên meclisên herêmî û mamosteyên xeta rojhilat ji aliyê mamoste û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Hisên El-Xarûf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû cîhanê, rêxistinên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî hat kirin ku destwerdanê li sûcên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê rawestînin were kirin û guh bidin daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigerin.”

Her wiha hate diyarkirin ku şerê dewleta Tirk bandorên neyinî dike ku di encamê de qada perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyan dît.

Di daxuyaniyê de piştgiriya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hate destnîşankirin û bang li her kesî hate kirin ku li dijî êrişên ku aramiyê li herêmên me hedef digire, bisekinin.

Back to top button