Tevlîbûna pêngava “”dem dema azadiyê”ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.Îro jî li Tebqayê şênî daketin qadan banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Bi sedan şêniyên bajêr, saziyên sivîl û leşkerî tevlî Meşê bûn.
Meşê ji pêşiya navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir û heta navenda çandê dewam kir.
Li pêşiya navenda çandê endama rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê Semîre El-Heneş axivî da zanîn ku heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê û dagirkerî li seranserê herêmên Sûriyê bi dawî nebe, gel ranawste.
Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Huda El-Elwan jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nikare roja azadiyê ku bi fikrê rêber Ocalan derketiye, tarî bike.
Herî dawî Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza El-Mihemed jî wiha got:
“Me di oxira biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan pêşkêş kiriye de, bi hezaran şehîd dan.
Îro em vê fikir û felsefeye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.
Em dev ji xeta şehîdan bernadin.”