HPG: LI AVAŞÎN, QILEBAN, XAKURK Û ÇELÊ 10 LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Gêrîllayên HPG û YAJA Starê li Avaşînê, Qilebanê, Çelê û Xakurkê çalakiyên bibandor li dar dixin. Di encam van çalakiyan de bi giştî 10 leşker hatin kuştin yek jî birîndar bû. Gerîla TV jî dîmenên çalakiyên li Girê Xwedê yê Avaşînê, Girê Radarê yê Qilebanê û li rêya di navbera Colemêrg-Çelê de weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên li Avaşînê, Qilebanê, Çelê û Xakurkê de daxuyaniyek da û dimenên çalakiyan pervekir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

29’ê Hezîranê gerîlla bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî pêk anî.

Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin.

5’ê Tîrmehê gerîlla li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker ya ku li Girê Radar ê navçeya Qileban a Şirnexê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist.

Di encama çalakiyê de navenda radarê ya li ser gir bû hedef û navend hat rûxandin.

11’ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker ya ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

21’ê Hezîranê gerîla li ser rêya Qereqola Girê ya Çelê ya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya bi cûreya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûn lê hijmara wan nehatiye diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button