Enstîtûya Demokrasî û Hilbijartinê: Tirkiye di rêza welatên dij-demokratîk de ye

Tirkiyê di warê pergala rêveberiyê de weke welatê melez, ango rengê wê nediyar e.. Ev pênasekirina ji aliyê Enstîtûya Demokrastî û Pişrgiriya Hilbijartinan a Navneteweyî ve hate kirin. Li gorî rapora Enstîtûyê, Tirkiyê di nava rêza welatê ku herî zêde demokrasî li wan paşde
çûye, hate bicihkirin. Her wiha tê gotin, ji sedî 70’yê hejmara nifêsa cîhanê di bin desthilata rejîmên serdest de dijîin.

Enstîtûya Demokrastî û Pişrgiriya Hilbijartinan a Navneteweyî, têkildarî demokrasiya gerdûnî, rapora xwe a salan eşkere kir.

Raporê diyar dike ku demokrasî di bin gefeke mezin de ye û ev hişyarî tê kirin:

Cîhan bi ber bi pergaleke serdest ve diçe.

Ji her demê zêdetir, demokrasî paş dikeve.

Li gorî lêkolînên hatine kirin, bi qasî 47 welat weke rêjîmên otorîter hatin binavkirin.

Tirkiye, Rûsya û 18 welatên din jî weke rêjîmên melez ango ên rengê wan nediyar di raporê de hatin bicihkirin.

Peyva melez ji wan welatên ku nekarîn derbasî pergala demokratîk bibin tê bikaranîn.

Enstîtû diyar dike ku di navbera salên 2010 û 2020’an yek ji welatên ku herî zêde demokrasî lê paşde çûye Tirkikyê ye û vê xalê destnîşan dike:

Di rewşa heyî de ji sedî 70’yê hejmara nifêsa cîhanê di bin desthilata rejîmên serdest de dijîin.

Bi gotineke din piraniya mirovên li cîhanê ji demokrasiyê bê par in.

Di raporê de cara pêşî ji bo rewşa Amerîka ev nirxandin tê kirin:

Her çendî di warê demokrasiyê de welateke li pêş bû jî lê piştî sala 2020’an pirsgirêkên berbiçav xwe dane der.

Bi taybet jî di warê demokrasiya sivîl de.

Back to top button