Îro belkefilmek li ser jiyan koçberên Waşûkanî pêşkeşkir

Navenda Şopdarên Rojê ya Çanda Hunerê li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê belgefîlimek bi navê “Waşûkanî” pêşkeşê koçberên li kampê kir.

Di temaşekirina belgefîlim de bi dehan koçberên Serêkaniyê, di nav de endamên Komîteya “Em ê bimînin û vegerin” amade bun.

Endama Navenda Şopdarên Rojê Êv-lîn Elî diyar kir ku dema vê belgefîlimê 30 deqeye û got:

“Me xwest bi vê belgefîlmê azarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan û bêdengiya raya giştî ya cîhanê eşkere bikin”

Back to top button