Hêzên Hikûmeta Şamê herêmên dagirkirî ên çiyayê Zawiya yê li başûrê Idlibê topbaran kir.
Li Derayê jî dema ku mayînek bi erebeyên hêzêm hikûmeta Şamê ve teqiya, di encamê de 3 leşkerê hikûmê hatin kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye ragihand, vê sibê hêzên hikumeta Şamê bajarokên Sfohîn û Fitîra û deverên din ên çiyayê Zawiye ku tê de cihên artêşa dewleta Tirk heye, bombebaranbaran kirin.
Li dera mayînek bi erebeya hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya, 3 leşker hatin kuştin
Çavdêriyê diyar kir di dema ku erebeyên leşkerî yên hêzên hikûmeta Şamê li ser riya Newa-Elşêx Sead ya li rojavayê Derayê derbas dibû, mayinek pê de teqiya.
Hat diyar kirin di encamê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin weke bersiv hêzên hikûmetê jî bajarokê Newa topbarankirin.