Li Til Temirê jî merasima oxirkirina şehîdan hebû.
Şêniyên Til Temirê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Beşar El-Hesen oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Til Temirê tevlî merasîma oxirkirina şehîd Beşar El-Hesen a li goristana şehîdan a navçeyê bûn.
Di merasîmê de bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Fewaz Ehmed, hêzên leşkerî Ehmed El-Hesen û malbata şehîd Esad Mirî axivîn.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî ku wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin, cenazeyê şehîd Beşar bi dirûşme û tilîliyan hate oxirkirin.