Lîreyê Tirkî bê nirx dibe û hêviya dawî ya Erdogan, Nureddîn Nebatî ye

Rêjîma Tirk û şefê wê Erdogan her çi dikin, nikarin nirxê lîreya xwe li hemberî pereyên cîhanê bilind bikin.
Erdogan jî li şûna ku bingehên pirsgirêkên rê li ber aloziya aborî vedikin çareser bike, hêviya xwe bi guhertina serokên banka û wezîrên maliyê ve girêdaye.
Doh ji nişkê ve wezîrê maliyê Lutfî Elvan ji erk hate dûrxistin û li şûna wî kesê binavê Nûreddîn Nebatî bû wezîr.

Dewleta Tirk bi taybet ji sala 2015’an de beşeke mezin ê aboriya xwe di şerê li dijî gelê Kurd de bikar tîne.

Di van şerên giran de, rojan bi mîlyonan dolar tê xerçkirin.

Wekî din bi destwerdana Sûrî, Lîbya û Iraqê jî hişt ku aloziya aborî ya li Tirkiyê hê girantir bibe.

Weke encama vê siyasetê, nirxê lîreya Tirk li hemberî pereyên cîhanî bê qîmet bûye..

Şefê rêjîma vê welatî Erdogan jî bi guhertina serokên Bankaya Navendî û wezîrên Xazîneyê difikire ku ew û xwe ji bo pirsgirêkê xelas bike.

Lê tevî vê pêngava Erdogan jî ti nişaneyên erênî xuya nekirin.

Lewma piştî guhertina wezîran jî nirxê lîreya Tirk kêmtir bû.

Nûnerddîn Nebatî yê bû wezîrê maliyê, bi dilsoziya xwe a li gel serokê cematê Fetûllah Gulen dihate naskirin.

Mijadar sala 2020’an Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wî Lutfî Elvan kir wezîrê maliyê.

Di pêvajoya sala derbasbûyî de gelek caran hate gotin, Elvan li dijî siyasetên Erdogan ên aboriyê derdikeve.

Li hemberî wî Nûreddîn Nebatî yê destekê dide siyaseta Erdogan bû wezîrê nû.

Back to top button