Turnuvaya futbolê ya ”Wefadarî ji bo Şehîdên Rojava” bi serkeftina tîma Sûka Hitînê li hemberî tîma Dostên Şivan bi dawî bû.
Turnuvayê 29’ê Îlonê li Stada Helîq a li navçeya Girkê Legê bi tevlîbûna 80 tîmên bajar û navçeyên herêma Cizîrê dest pê kiribû.
Duh bi şev li Stada Helîq a navçeya Girkê Legê maça dawî di navbera tîmên Dostên Şivan û Sûka Hitînê de li dar ket.
Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, endamên rêveber ên Yekitiya Werzîşê ya kantonê û gelek hunermend ji temaşekirinê amade bûn.
Maç bi serketina tîma Sûka Hitîn bi dawî bû.
Bi vê maçê û piştî nêzî du mehan turnuve jî bi dawî bû.