Loqman Werdî: PDK ji bo pêşmergeyên ku di bin êrişên DAIŞ’ê dê ne baregehan ava nake

Li dijî xemsariya PDK’ê ya li hemberî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê, xelk û rayedarên Başûrê Kurdistanê bi hêrs in.
Parlementerê Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî diyar kir ku ‘PDK bi milyonan dolar ji bo şerê li dijî PKK’ê xerc dike, lê li beramberî DAIŞ’ê tiştek nake.

Bi taybetî di van demên dawî dê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û herêmên Başûrê Kurdistanê zêde bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê, tenê di nava hefteyekî de sê caran êriş kirin û 21 pêşmerge û welatî şehîd bûn.

Li dijî êrişên DAIŞ’ê ji ber PDK’ê tevdîrên pêwîst nagrin, rayedar û kesayetên ji Başûrê Kurdistanê jî berpirsiyariya van êrişên DAIŞ’ê wek PDK’ê dibinîn.

Têkildarî xemsariya rayedarên PDK’ê yên derbarê êrişên DAIŞ’ê de de Parlementerê Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Luqman Werdî ku bi xwe jî xelkê devera Balekayetiyê ye da zanîn tevî ku PDK dizane herêma Balekayetî herêmek arame jî bi xerckirina milyon dolaran li vê herêmê baregeh avakirine.

Werdî di dewama axaftina xwe de dibêje, di nava çend mehên borî de hejmarek zêde ya baregehên asê yên leşkerî li deverê hatine avakirin.

Werdî balkişande li ser ku pêwîstî pê nine li Balekayetî baregehên ewqas asê werin avakirin, ji ber di nava 20 salên dawî de ti metirsî li deverê çênebûye.

Werdî eşkere kir ku çeperên hêzên pêşmerge yên li beramberî DAIŞ’ê di rewşek gelek xirab de ne û got:

“Pêşmerge di nava çeperên ji dîwar û mizgeftan de xwe di parêzin û pêdawîstiyên xwe pê bi parêzin nine.”

Werdî dawî de ji PDK’ê xwest, wan çek û wesayîtên ku li wê deverê hene bila bibin li dijî DAIŞ’ê bikarbînin.

Back to top button