Ji Îngilistanê bo Îranê hişyarî: Şansê dawî ye.. Li peymanê vegerin

Piştî astengiyên Amerîka yên di peymana nukleerî ya bi Îranê re, niha Îngilistan jî xwe berdaye naverastê.
Wezîra Derve ya Îngilistanê Liz Truss hişyarî da Îranê ku li peymana nukleerî ya 2015’an vegere.
Wezîra Îngilistanê got, ev yek şansê dawî ye li peymenê vegere.

Rojek beriya destpêkirina gera nû ya danûstandinan ji bo vegera Îranê li peymana nukleerî ya 2015’an û cihanîna şert û mercên wê, Îngilistanê Îran hişyar kir.

Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Liz Truss di axaftina xwe ya li saziya ramanê ya Chatham House de got:

“Bi rastî jî ev şansê dawî yê ji bo Îranê ye.

Ez wan bi tundî li ser vê yekê hişyar dikim.

Ji ber ku em bi biryarin bi hevalbendên xwe re bixebitin da ku nehêlin Îran bigihîje asta çekên nukleerî.”

Wezîra Brîtanî îdia kir ku ger Îran li peymanê vegere wê di berjewendiyên wê de be û ev tişt anî ziman:

Divê ew rêkeftinê îmze bikin.

Hevdîtinên nukleerî yên bi Îranê re li paytexta Awistûrya Viyanayê dewam dikin.

2018’an bi fermana Serokê berê yê DYA Donald Trump, welatê wî bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya.

Bi hatina rêveberiya Serokê DYA Jeo Biden re, Waşîngtonê di meha Nîsanê de careke din dest bi danûstandinan kir.

Hevdîtinên ku di mehên havînê de ji ber hilbijartinên Serokomariya Îranê hatibûn rawestandin, di rojên ku me li dû xwe hiştibûn de dîsa dest pê kirin.

Back to top button