Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi sedan Kurdistaniyên li Dusseldorfê çalakiyek lidarxistin.
Polîsên Alman ên wêne û pankartên li ser wêneyên rêber Ocalan hene kirin hencet û êrîşî meşvanan kirin.
Di çalakiyê de baskê yekem ji Hbf Dusseldorf, baskê duyê li pêşiya Parlementoya Eyaleta Dusseldorfê kom bûn.
Çalakvanan xeleka ji mirovan çêkirin û li pêşiya Parlementoyê kom bûn.
Kurdistaniyan berxwedana çalakgerên di zindanan de silav kirin û wêneyên çalakvanan hildan.
Polîsên Alman hildana posterên Ocalan ê biçûk kirin hincet û êrîş kir.
Hate ragihandin ku dayîk ji di nav de 3 çalakger hatine binçavkirin.