ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN ÎBRAHÎM CERAH LI TEBQAYÊ HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Cerah bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mirî bi nasnav Îbrahîm Cerah 11 Gulanê li ser benda kontrola ewlehiyê ya li gundewarê rojhilatê Tebqayê di encama êrîşeke şanenyên razayî bi ser bendê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya netewî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Rêveberiya Xweser a Tebqayê û Komîteya Hundirîn a Tebqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan dan.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button