Li Qamişloyê li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê şahiyek li dar xist

Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê gelek hunerên muzîk û stranên kurdî li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo pêşkêş kir.

Şahî bi armanca pêşkêşkirina behreyên zarokan ji malbatên wan re û teşwîqkirina wan li ser çand û muzîka kurdî ye.

Ev kom bi armanca fêrkirina zarokên Kurd li ser lêdana amûrên muzîkê û naskirina wan li ser awazên muzîka gelê Kurd hat damezrandin.

Di komê de nêzî 30 zarokên di navbera 8 heya 16 saliyê de hene û piranî ji Qamişloyê ne.

Girêdayî mijarê hunermend û endama rêveber a komê Mizgîn Tahir wiha got:

“Me ev şahî li dar xist da ku berheyên muzîkê yên zarokên beşdar bûn ji malbatên wan re pêşkêş bikin, zarokan ji hewaya şer bi dûr bixin û teşwîqî huner û muzîka Kurd bikin.”

Şahî, bi lêdana her zarokekî/ê li ser amûrekê muzîkê û pêşkêşkirina stranên Kurd ên taybet bi zarokan bi dawî bû.

Back to top button