Konfransa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê di roja duyemîn de dewam dike

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamya ku duh li bajarê Qamişlo destpêkir, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû. Di rûniştinên îro de jî gelek kesayetên ji olên cuda ên li kongrê û derve axivîn û li ser girîngiya olan ya di belavkirina aştî û wekhevîya di navbera hemû pêkhate û neteweyên li herêmê de nîqaş kirin.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamiya ya bi dirûmeya ‘ em bi hev re aştiyê belav bikin ” di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.

Roja duyem ya kongreyê bi belgefîlmeke derbarê ezmûna Rojava dest pê kir.

Piştre rûniştina yekem dest pê kir.

Di rûniştinê de, gelek axaftin ji aliyê nûnerên olên Îslamî, Êzîdî û Xiristiyanî, hatin kirin.

Nûnera Êzîdîyan Sûad Hiso di axaftina xwe de behsa rola Rêveberiya xweser di vejînkirina baweriya Êzîdî de kir û got, “divê aştî û hezkirin di nava gelên herêmê de bê belavkirin û jiyana aştiyane bê avakirin.”

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl jî axivî û bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera ol û baweriyan de.

Serokê Navenda Al El- Beyt ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku ola Îslamê her tim wekhevî û hevjiyana aştiyane di navbera gelan de esas digire.

Nûnerên Zerdeştî, Cihû û Xiristiyanan jî bi riya Vîdeo beşdarî kongreyê bûn û nerînên xwe parve kirin.

Endama Komeleya Biratiya Kurd- Îsraîl Kurdistan Şervanî lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Nûnera ola Zerdeştî ya di Wezareta Ewqafê ya Başûrê Kurdistanê Awat Husamedîn ji bo belavkirina çanda hezkirinê û rakirina olperstiyê, gelek çareserî pêşniyar kir.

Metranê Suriyan Mutran Moris jî axivî û bal kişand ser girîngiya belavkirina aştiyê di nava pêkhateyan de.

Her wiha nivîskar û çalakvana Sûrî Esmaa Keftarû jî bi riya Vîdeo beşdarî kongreyê bû û bal kişand ser rola jinê di olên Xiristiyan û Îslamê de.

Gelek kesayetên din ên oldar jî bi riya vîdeo peyam û nerînên xwe di kongreyê de parve kirin û banga belavkirina aştî û edaletê di navbera gelan de kir.

Di rûniştina duyem ya kongreyê de “Rola ol di belavkirina aştî, demokrasî û exlaq a di nava civakê de” hate nîqaşkirin.

Di vê rûniştinê de jî semîner û nerîn ji hêla gelek kesayetên oldar ve hatin dayîn.

Mamosteyê Fiqha Îslamî yê di Zanîngeha Ebû Debî de Mihemed Hebeş bal kişand ser girîngiya nûkirina xîtaba olî ya ku bawerî bi mirov û rûmeta mirovan dike.

Pispora felsefeya Îslamî di Zanîngeha Ezher de Emîne Nesîr jî bal kişand ser nirxên hevbeş ên di navbera olan de.

Bêl Kroz, Seroka Navenda Cîhanî ya Lêkolîn û Lêgerînên Îslamî jî axivî û girîngiya esasgirtina olan ji bo hevgirtina netewe û pêkhateyan anî ziman.

Şêxê Dirzî ê li Lubanê Şêx Samî Ebû El-Mena jî bi riya vîdeo beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku ew ê bi hemû biryarên ji kongreyê derkevin girêdayî bin.

Back to top button