Hemdan El-Ebid: Armanca êrişê têkbirina ewlehiya li herêmê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El-Ebid diyar kir ku armnca êrişa li dijî girtîgeha Sînaa têkbirina ewlehiya li herêmê ye û daxuyaniyên hikûmeta Şamê yn derbarê êrişê de bi daxuyaniyek şermok bi nav kir. 

Li dijî êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa, gelê herêmê bertekên tund nîşan dide.

Têkildarî vê êrişê û armancên wê, Hemdan El-Ebid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Hemdan El-Ebid, diyar kir ku armanc ji van êrişan têkbirina aramaniya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ye û e got:

”Êrişa li ser girtîgehê hemwextî topbarana li ser navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê û êrişên li ser Iraqê pêk hatin.

Ev hemû peyameke DAIŞ û alîgirên wê ji cîhanê re ku DAIŞ hîna heye.”

Hemdan El-Ebid: Çima hikumeta Şamê topbarana rojane ya li ser herêmê nabîne?

Li ser daxuyaniya hikûmeta Şamê ku dibêje sûcên QSD’ê û Koalisyona Navneteweyî gihaştina asta sûcên şer Hemdan El-Ebid ev tişt anî ziman:

”Daxuyaniyên hikumeta Şamê cihê şermê ye.

Ma tiştên ku li girtîgeha Seydnaya û Tedmurê qewimîn ji bîr kirin!

Ma topbarana dewleta Tirk li ser Efrîn, Eyn Îsa û herêmên sînor ku sivîlan dike armanc û herêman dagir dike, nabîne.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dawiya nirxandina xwe da zanîn ku DAIŞ li ser tevahî cîhanê metirsî ye û got:

“Divê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin.

Ji bo çeteyan hem werin darizandin û hem jî li welatên xwe vegerin.”

Back to top button