NATO beşek din hêzê dişîne herêmê, hêzên DAY ketine alarmê

Dema şerekî li sînorê Ûkrayna nêz xuya dike. Ji ber ku NATO bi şandina hêzên nû li herêmên sînor vê rewşê nîşan dide. Tevî şandina hêzên nû yên NATO, leşkerên DYA jî ketine alarmê. DYA jî 8 hezar û 500 leşkerên xwe ji bo rewşeke şer a di navbera aliyan de amade kiriye.

Di demekê de ku krîza Ûkraynayê gurtir bû, wê NATO hêzên din ên leşkerî bişîne herêmê.

Doh di daxuyaniya NATO yê de hat ragihandin ku wê balafirên şer û keştiyên şer ên din li hêzên li Rojhilatê Ewropayê bên zêdekirin.

Piştî ku Rûsyayê li ser sînorê rojhilatê Ûkraynayê leşker kom kir, Moskow van gavan wekî “hîsterî” nirxand.

8,500 Leşkerên DYA di amadebaşiyê de ne

Li gorî NATOyê, rêveberiya Waşîngtonê got, nêzî 8,500 leşkerên Amerîkî di “hişyariya bilind” de ne û li benda fermanê ne ku di rewşek ya êrişa Rûsyayê de li herêmê bi cih bibin.

Ji bo ‘yekîtiya’ di Pakta Transatlantîkê de zextan bike, Serokê DYA Joe Biden bi hejmarek serokên Ewropî re li ser krîza Ûkraynayê nîqaş kir.

Piştî hevdîtina 80 deqeyî axivî û got,

Min hevdîtineke pir û pir baş bi lîderên Ewropayê re ku di nav de lîderên Almanya, Fransa, Îtalya, Îngilîstan û Polonyayê jî hebûn, kir.

Peyama “yekîtiya tam” hat dayîn.

Stoltenberg: NATO wê hemû tevdîrên pêwist bigre

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ê hevdîtinên ku endamên îttîfaqê yên di van rojên dawî de ragihandine “pêşwazî” dike, berî niha gotibû ku NATO dê “hemû tedbîrên pêwîst bigire.”

NATO di tabûrên pirneteweyî yên li Estonya, Lîtvanya, Letonya û Polonyayê de bi tevahî 4,000 leşker hene.

Di nav de tank, pergalên parastina hewayî û yekîneyên îstîxbaratî û çavdêriyê.

Ji aliyê din ve rayedarên Amerîkayê ragihandin ku xebatên Pentagonê yên ji bo diyarkirina yekîneyên ku li aliyê rojhilatê NATOyê werin bicihkirin ber bi dawîbûnê ve diçe.

Rayedarekî jî diyar kir ku dibe hejmara leşkeran bigihêje 5 hezarî.

NATO wê ji rojava hêzê bişîne rojhilatê Ewropa

Dîplomatek NATO got, di hefteyên pêş de, Waşîngton difikire ku hêdî hêdî hin leşkerên ku li Rojavayê Ewropa bi cih bûne ji bo rojhilatê Ewropa werin veguhestin.

Heman dîplomatî anî ziman ku Danîmarka, Spanya, Fransa û Holanda jî plan dikin ku leşkeran bişînin herêmê.

Back to top button