“Xaça Sor a Navneteweyî alîkariyên mirovî yên ji bo Hesekê siyasetê dike”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: Xaça Sor a Navneteweyî azarên gelê me yê Hesekê yê ku rastî êrişên DAIŞ’ê tên siyaset dike da ku rejîma Şamê razî bike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Têkildarî buyerên ku li Hesekê rû didin û operasyonên li hemberî hewldanên jinûve zindîkirina terora DAIŞ’ê, me daxuyaniya Xaça Sor a Navneteweyî xwend.

Daxuyanî girêdayî êrişên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaayê bû.

Hewldanên siyasetkirina alîkariyên mirovî û şandina wê tenê ji bo aliyên girêdayî rejîma Sûriyê hebû.

Xaça Sor a Navneteweyî, Rêveberiya Xweser deste û saziyên wê ji bîr kirine.

Ev deste û sazî tevî derfetên kêm ji 5 rojan ji bo bicihanîna pêwîstiyên sivîlên niştecihên taxên Xiwaran Zihûr di seferberiyê de ne.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor azarên gelê me yê li Hesekê yên ku ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê ve rastî êrişan tê siyaset dike da ku rejîma Şamê razî bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî hêzên wê yên ewlehî û leşkerî li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî tev digerin.

Back to top button