ÇALAKIYA NASIR YAGIZ 6 MEH LI PEY XWE HIŞT

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Germiyan, Hewlêr û Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin dewam dikin.
Di heman demê de berxwedana çalagerên ku di greva bê dem û bê dorveger de jî dewam in.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan li başurê Kurdistanê dewam dikin.

Çalakiya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê îro 6 mehên xwe tijî kir.

Îro çalakî ji aliyê koma 90’emîn ve hate dewirgirtin.

Li ser navê koma nû Nîştiman Şîn axivî.

Niştîman banga piştgiriyê li hemû kesî kir û got divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.

Berxwedana Nasir Yagiz jî bi heman armancê di roja 180’î de bi biryardarî dewam dike.

Li aliyê din çalakiya li wargeha Mexmûrê jî di roja 157’an de ye.

Her wiha berxwedana endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok 120 roj li dare.

Di heman demê de Endizyar Herêm Mehmud jî ev 85 rojin di çalakiyê de ye.

Tevî rewşa giran a çalakgeran jî, lê bibiryar in ku çalakiyên xwe bidomînin.

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî di roja xwe ya 157’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button