ŞERÊ LÎBYAYÊ PIŞTÎ GIHÎŞTINA ÇEKAN..TILIYA TIRKIYÊ DI ŞERÊ LÎBYAYÊ DE EŞKERE DIBE

Dewleta Tirk ne dûrî qada Lîbî bû… ji destpêka aloziya Lîbyayê de ango ji 2014’an ve Enqere destwerdana siyasî û leşkerî di hundirê herêmê de dike.
Ev tişte êdî nema tiştekî veşartî ye.
Herî dawî Tirkiyê gemiyeke çek û alavên şer rêkir Terablusa paytext.

Li kîjan devera ku Ixwan el-Muslimîn lê hebin, Tirkiyê dest û lingan xwe diavêje wê deverê.

Dawîn piştevaniyên Tirkiyê ji Lîbyayê re, gemiyek ku tije çek û alavên leşkerî duh barê xwe li derava Terablusa paytext vala kir.

Gemiya bi navê AMAZON’ê di 9ê Gulanê de ji derava Samsunê derket.

Piştî ragihandina şerê paytextê, serokê AKP’ê Erdogan piştevaniya xwe ji hikumeta Fayiz Sîrac a Ixwnî re eşkere kir.

Her wekî wezîrê hundir ê hikumeta Lîbyayê vê mehê serdana pêşangeha çekan a Tirkiyê kir.

Duşema borî berdevkê artêşa Lîbî ya netewî, lîwa Ehmed Mismarî gotibû:

Çek û dronên Tirkî gihaştin destên çeteyên Terablusê.

Her wiha artêşê çekên Qeterî jî di dest çeteyan de dîtine.

Ev pêşketin hişt nûnerê giştî yê NY Antonio Guttires dîsan banga xwe ji hewderbaskirina çekan bo Lîbyayê, nû kir.

Li gorî ajansên nûçeyan, Tirkiyê heman çekan li erda Sûriyê jî pêk tîne.

Ji berî çend salan şerê navbera hikumet û artêşa Lîbî sar nebûye.

Herî dawî ango di 4ê Nîsana borî de, artêşê bi serkêşiya Xelîfa Hefter ji bo terorîstan têk bibe, şer bir ser paytextê.

Ji wê demê ve hikumet eşkere piştevaniya Tirkî û Qeterî radigihîne.

Herî dawî Serokê Emerîka Donald Trump Ixwan xistibû listeya terorê û gotibû kesê piştevaniya wan bike wê rastî heman cezayên li ser çeteyan jî were.

Leave a Reply

Back to top button