Naftali Bennett: Me stratejî guhert, êdî li cihî dest emê li serê Îranê bixin

Me stratejiya xwe ya li dijî Îranê guhert. Li cihê qutkirina destê wê, emê êrişî serî bikin. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi van gotinan, ragihand ku li dijî Tahranê stratejiya xwe dane guhertin.

Naftali Bennett 7 meh piştî avakirina hikûmeta Îsraîlê ji çapemeniya herêmî re axivî û got,

Heştpêyên (axtepot) Îranî ku serê xwe li Tehranê ye, bi Hizbullahê li bakur, Cîhada Îslamî li Xeza, milîtanên Şîa yên li ser sînorê Sûriyê û bi baskên xwe yên din yên li Iraq, Yemen û Lîbya êrişî me dikin.

Bennet anî ziman ku ji bo lewazkirina Îranê ew bi her cure dixebitin û li wê yekê mikur hat ku di stratejiya xwe ya derbasbûyî de biser neketine.

Li ser pirsa ‘Gelo hikûmet wê li dijî Îranê şer ragihîne?’ Bennett bersiv da, “Divê em ji her rewşê re amade bin.”

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku hikûmetê ji bo bihêzkirina artêşa Îsraîlê û kirîna çekên herî baş bûdceyeke girîng veqetandiye.

Bennett careke din teqezî li ser wê yekê kir ku li hevkirinek ji danûstandinên Viyana navbera Îran û welatên Rojava wê wan eleqeder neke.

Back to top button