Li Efrînê dewleta Tirk 5 kesên din revandin

Ji Efrîna dagirkirî, rojane nûçeyên girtin, revandin û talankirina xwezaya wê tên.
Çeteyên dewleta Tirk herî dawî 5 welatî ji navçeyên Şiyê û Raco revandin. Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, dewleta Tirk avahiyeke nû ya mîtingeriyê li gundê Şadêrê ya navçeya Şêrawa ava dike.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê bê navber dewam dikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên dewleta Tirk 4 welatî ji gundê Hêkicê yê bi ser navçeya Şiyê ve, revandin û birin girtîgeha xwe ya li navenda bajarê Efrînê.

Navên kesên hatine revandin, Şêrhat Zaîm Hesen, Ridwan Reşîd Miho, Ebdilqadir Reşîd Hesen û Ziyad Arif Miho ne.

Rêxistinê diyar kir ku kesê bi navê Şêrhat Zeîm beriya niha bi heman hincetê hatibû revandin û piştî ku fidiye da

Dewleta Tirk li gundê Şadêrê a Şêrawa xaniyên din ava dike

Di çarçoveya guhertina demografîk de jî dewleta Tirk projeyên avahiyên mêtîngeriyê dewam dike.

Herî dawî avahiya mêtîngeriyê ya bi navê “Yafa Burteqal” ku li ser navê bajarê Yafa ya Felestînî ye, bi destekdayîna komeleyên ixwanî, ava kir.

Avahiya mêtîngeriyê li gundê Şadêra yê bi ser navçeya Şêrawa ve hatiye avakirin û zêdetirî 300 xanî dihewîne.

Di nava hefteyekê de 17 kes hatin revandin

Tora Çalakvanên Efrînê jî sûcên dewleta Tirk ên di hefteya borî de belge kirin.

Li gorî wê:

Yek jê jin, 17 kes hatin revandin.

Zêdetirî 105 dar hatin birîn.

4 cihên dîrokî hatin wêrankirin û talankirin.

Back to top button