Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Mistefa Felac û Ehmed Xelef re xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîdên Pêngava “Gurzê Gelan” Mistefa Ehmed Felac û Ehmed Sair Xelef re xwest.

Bi dehan şêniyên Girkê Legê berê xwe da gundê Yusifiyê û sersaxî ji malbata şehîd Mistefa Ehmed Felac re xwestin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Berekat îşaret bi rol û fedekariya şehîdan di rizgarkirina herêmê û parastina wê da û got:

“Ne ji fedekariyên şehîdan bûya, wê DAIŞ li herêmên me belav bûba.”

Girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Sair Xelef ku li Girkê Legê hatiye vegirtin.

Li wir endama Kongra Star Zûlfa Bedro soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Şehîdan bi lehengî û berxwedana xwe herêmên me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.”

Tê payî cenazeyên her du şehîdan wê sibe li goristana Şehîd Xebat Dêrik werin oxirkirin.

Back to top button