Moskow çekên xwe yên gran diceribîne

Li ser erdê amadekariyên şer û li qada dîplomasiyê de jî trafîkek zêde heye. Rûsya û Ûkrayna li sînorê welat çekên xwe yên giran diceribînin. Wezareta Parastinê ya DYA jî ragihand ku ewê li Polonya û Romanya tetbîqatan pêk bînin. Hemwextî van rûdanan, Berpirsê parastina YE Borrell got, Ji dema “şerê sar” û heta niha metirsiyek li sînorê Ewropa pêk nehatiye.

Tevgera Rûsya li sînorê Ûkrayna ranaweste û Ewropa li ser vê yekê bifikare.

Rûsya çekên xwe yên giran yên li sînorê welat bicih kiriye yek bi yek diceribîne.

Di egeriya şerekî li sînorê ku tê xuyakirin de, tê pêşdîtin ku dronên biçek roleke sereke wê bileyîze.

Ji ber vêyekê dronên biçek jî cihê xwe di nava çekên ku artêşa Rûsya wan diceribîne de digre.

Ûkrayna ji bo parastinê hêzên xwe li sînorê welat xurt dike

Artêşa Kîevê jî xwe ji rewşek şer re amade dike.

Li sînorê welat sewqiyatek zêde ya hêzên Ûkrayna jî xuya dike.

Li gelek qadên perwerdê yên şer, çekên giran têne ciribandin.

Yekîneyên tank, topên dijî-tank û hêzên endezyarî tevlî perwerdeyê dibin.

Kuleba li gel Baerbock êrişî serokwezîrê berê yê Almanya kir

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî li Kîevê bi hempîşeyê xwe Dmitro Kuleba re civiya.

Piştî civînê wezîr derketin pêşiya çapemeniyê.

Kuleba di axaftina xwe de serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schröder sûcdar kir û wiha got:

“Eger min li ser berdevkê hikûmeta Rûsyayê şîrove bikira, dê şîroveya min a li ser Schroeder jî wisa bûya.

Schroeder şûrê xwe li Ûkraynayê dihejîne.”

Pentagon: hêzên me wê li Romanya û Polonya tatbîqatê pêk bînin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di civîna çapemeniyê ya doh de li ser krîza Ûkraynayê nirxandinek kir.

Kirby da zanîn ji bo ku hêzên Amerîkî xwedî lojîstîka pêwîst bin, di demeke nêz de li Romanya û Polonyayê wê tetbîqatan li dar bixin.

“Em naxwazin sewqiyata çekan bi Ûkrayna re aloziyê zêdetir bike”

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly diyar kir ku ew naxwazin alîkariya çekan bo Ûkraynayê aloziya li herêmê zêdetir bike, lê ew mafê vî welatî di parastina xwe de nas dikin.

Parly di civîna Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Ewropayê de axivî û got,

“Weke her welatekî em jî naxwazin îxracata me aloziyê zêde bike.

Armanca me ya sereke kêmkirina dexta aloziyê ye.”

Borrell: Ewropa ji dema sar heta niha wextê xwe yê herî metirsîdar de ye

Li aliyekî din, civîna Wezîrên Enerjiyê ya Amerîka û YE yê li Washingtonê pêk hat.

Piştî civîna dualî, Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Josep Borrell bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Borrell diyar kir ku piştî “Şerê Sar” û heta niha Ewropa di serdema herî xeternak re derbas dibe.

Blinken daxuyakirin ku Rûsyaya li ser sînorê Ûkraynayê baregeheke leşkerî ava kiriye, ji bo Ewropa bersiv nede gefa enerjiyê lê dixwe.

Back to top button