Li bajarên Kanada, Ewropa û Rusyayê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li bajarên Ewropayê gelê Kurd û dostên xwe komploya 15’ê Sibatê bi çalakiyan şermezar kirin. Kurdên li bajarê Saratovê yê Rûsyayê jî, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî civînek li dar xistin.

Ji ber salvegera 23’an a komploya 15’ê Sibatê li bajarê Kanada Torontoyê konvoyek ji 50 wesayitî bi rê ket.

Çalakiya ku doh pêk hat ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê ve hate lidarxistin.

Konvoy bi qasî sê saetan li nava bajêr geriya.

Li bajarê gelek bajarên Swîsreyê jî bi hezaran kes daketin qadan û komplo protesto kirin.

Kurdistanîyên ku bi dostên xwe daketin qadan, peyama, “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Rêbertiya azad, Kurdistana azad bidomînin.” dan.

Kurdên li bajarê Saratovê yê Rûsyayê jî, ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Apo, civînek li dar xistin.

Di civînê de berxwedana gerîla hate silavkirin û hate gotin, “Kurd wê ji 7 heta 70 salî xwedî li Rêbertî derkevin.”

Back to top button