Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû

Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê bi diruşma “Werin cenga azadiyê” bi beşdariya 200 delegeyan ji bajar û navçeyên herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîna li Hola Reşo ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û behsa rewşa siyasî ya li welat, şerê taybet ê li dijî Rêveberiya Xweser û rola ciwanên şoreşger di rêxistinkirina civakê de kir.

Li ser pêwîstiya rêxistinê, Foza Yûsif ev tişt got: “Divê em xwe bigihînin xwendekar, şivan, karker û her xort û keçekê ku bi rêxistin bikin, da ku dijmin xwe negihîne wan û divê em valahî tune be ku çi alî wê bi kar bîne.

Piştî axaftina Foza Yûsif, sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan hate pêşandan.

Dûvre rapora salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê hate xwendin û nîqaşkirin û civîn bêyî encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button