Platforma Azadî ji bo Aysel û girtiyên nexweş, kampaniye dest pê kir

Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, li dijî binpêkirina mafan li girtîgehan dest bi kampanya îmzeyan kirin. Hunqûqnasan jî li ber edliyeyê banga berdana girtiyên nexweş kirin.

Encamên kampaniya ku me daye destpêkirin jî wê ji Wezareta Dadê re bê şandin.

Di raporê de destnîşan kir ti kesên xwedî wijdan pêkanînên dijî mirovahiyê yên li girtîgehan qebûl nake û got;

Berî ku kesek din jî jiyana xwe ji dest bide, divê demildest şert û mercên girtîgehan bên başkirin û girtiyên nexweş bên berdan.

Em di mirovbûnê de israr dikin û bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku pêşî li vê zilmê bigirin.

Hiqûqnasan banga berdana girtiyên nexweş kir

Gelek hiqûqnas di Nobeta Edaletê ya, li ber avahiya Edliyaya Çaglayan a Stenbolê bi daxuyaniyekê balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

Huqûqnasan gotin: Aysel Tugluk vîna bi milyonan mirov e, baro çavê xwe li vê digire.

Heke Tirkiye dewleteke hiqûqê bûya wê Aysel bihata berdan.

Back to top button