Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya şehadeta endamê xwe Hisên El-Salih ku li Dêra Zorê şehîd bûye, eşkere kir.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê duh têkildarî şehadeta endamê xwe Hisên El-Salih daxuyaniyek da û nasnameya wî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Hisên re hat xwestin û soza şopandina rêye şehîdan heta misogerkirina ewlehî û aştiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:
Hisên Hesen El-Salih, 1’ê Adara 2022’an li devera Ebû Hemam ya Dêra Zorê şehîd bû.