ŞANDEYEK JI FRANSAYÊ SERDANA BAJARÊ KOBANÊ KIR

Şandeyên Ewropî bi armanca ji nêz ve naskirina projeya rêvebriya xweser û piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin. Îro Şandeyek ji Fransayê ji bo şopandina rewşa herêmê serdana bajarê Kobanê kir.
Endamên şandeyê diyar kir ku ew ji ber serkeftina şervanên QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê minetdarê wanin û gotin; QSD’ê tevahî cîhan ji terora DAIŞ’ê parast.

Şandeyek Fransî bi armanca şopandina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana bajarê Kobanê kir.

Şandeya Fransî ji Seroka koordînasyona Giştî ya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Fransayê Maryal Dosernês û nûnerê Rêveberiya Xweser a Fransayê Xalid Îsa pêk hat.

Destpêkê şandeyê serdana Goristana şehîd Dîcle kir.

Li goristanê şande ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin.

Li wir Seroka koordînasyona Giştî ya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Fransayê Maryal Dosernês axivî û wiha got:

“Ez li hember vê goristanê û hemû malbatên şehîdan bejna xwe ditewînim.

Her wiha li hember bi hezaran keç û xortên ku canê xwe feda kir ji bo azadiya axa xwe.

Em minetdarên van şehîdan in , ji ber ku cîhan bi tevahiyî ji çeteyên DAIŞ’ê parastin û rizgarkirin.

Piştre şandeyê berê xwe da navenda Rêveberiya Herêma Firatê û bi rêveberên herêmê re civiyan.

Maryal Dosernês di civînê de destnîşan kir ku armanca wan ji serdanê ew e ku rewşa herêmê bişopînin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Muslim jî ev tişt anî ziman:

Rewşa herêmê piştî têkbirina DAIŞ`ê başe.

Tenê pêwîstiya wan bi alîkariya di aliyê xizmetguzarî û perwerdeyê de heye.

Her wiha ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê Dosernês daxuyakirin ku cihê çeteyên DAIŞ lê hatine tunekirin, divê li wir jî werin darizandin.

Paşê şandeyê berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido.

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî Şandeyek Ewropî ji endamê Parlamentoya Ewropayê Josef Weidenholzer, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst a Demokratîk, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst di Parlamentoya Ewropayê de Rebecca Campbell û rojnamevanê Zeitung Thomas Seifert pêk dihat , serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir

Leave a Reply

Back to top button