Berhem Salih: Divê aliyên Iraqî dawî li qeyrana siyasî bînin

Dihat payîn ku duh civîna parlementoya Iraqê pêk bihate ..Lê civîn pêk nehat ..Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê civîna parlementoya Iraqê ku pêknehat de daxuyaniyek da.

Serokkomarê Iraqê û namzetê YNK’ê yê ji bo serokkomartiyê Berhem Salih, derbarê civîna duh ya parlementoya Iraqê de daxuyaniyek da.

Berhem Salih di daxuyaniyê de da zanîn ku di dema xwe de temamnekirina karên destûrî cihê xemgîniyê ye.

Berhem Salih got: Pêwîste hemû alî bi ruhê nîştimanperwer dest bi diyalogên cidî bikin daku dawî li qeyrana siyasî bînin.

Serdana serokê parlamentoya Iraqê hat paşxistin

Li aliyekî din Ofîsa Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî di daxuyaniyek de ragihand:

“Serdana Helbusî ya ji bo Îranê ku li ser daxwaza fermî ya hempîşeyê wî yê Îranî bû, bi paşxistiye.”

Derbarê sedema paşxistina serdanê jî hat gotin:

“Ji ber sedemên yasayî yên parlementoya her du welatan û nexweşketina serokê encûmena şura ya Îranê serdan hatiye paşxistin.”

Back to top button