Hikumeta Şamê Şêxmeqsûdê dorpêç dike

Hikumeta Şamê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dorpêç dike û nahêle pêwsîtyên jiyanî derbas bibin. Ev 5 roj in destûr nayê dayîn ku ard derbasî taxa Şêxmeqsûd bibe. Welatiyên taxê jî nerazîbûn nîşan dan.

Nûçegihanê me ji Şêxmeqsûd ragihand ku niha ji ber dorpêça hikumeta ya ard xelkê taxê di peydekirina nan de zehmetiyan dibînin.

5 roj in rewş li taxa Şêxmeqsûd bi vî rengî ye.

Hat ragihandin, berî 15 rojan jî hikumeta Şamê nedihişt şekir jî derbasî taxa Şêxmeqsûd bibe û astengiyên mezin derdixistin.

Bi vê gavê re, Hikumeta Şamê hewl dide 150 hezar kesên li taxa Şêxmeqsûd ku koçberên Efrînê jî di nav de ne, dorpêç bike û birçî bihêle.

Back to top button