Li herêmên dagirkirî şer û pevçûnên çeteyan xwe bi xwe zêde dibin.
Ew bi xwe jî êdî hev tehemûl nakin, pev diçin û hev dikujin.
Herî dawî ev çete li Girê Spî û Efrînê bi hev ketin û di encama şerê wan de 13 çete hatin kuştin.
Ajansa Hawarê li gorî hin çavkaniyên xwe yên ji gundên Girê Spî ragihand “Doh li nêzê bajarokê Silûkê cenazeyê 8 çeteyên Tirkiyê yên koma bi navê Sultan Murad hatin dîtin.”
Hate ragihandin ku di nav çeteyên kuştî de cenazeyê serçeteyê vê komê yê bi navê Ebû Ebdullah El-Idlibî û 7 çeteyên koma wî hebûn.
Heman rojê li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî şerê çeteyan hebû.
Li wir jî di navbera 2 komên çeteyên dewleta dagirker de pevçûn derket.
Di encama şerê li wir de jî 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Di pevçûnê de ji ber bikaranîna çekên giran gelek topên hawanê li malên gundiyan jî ketin û zirer dîtin.
Ev hefteyek e di navbera çeteyên Tirkiyê de li herêmên dagirkirî şer û pevçûnên giran rûdidin.