Duran Kalkan: Rêjîma faşîst li Zap û Avaşînê tê binaxkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku gerîlla rojane bi canbexşî rûmeta Kurdistanê diparêze û got;
” Gerîlla bi lehengî şerê dagirkeran dike.
Her çi aliyê ku hevkariyê li gel dagirkeran bike, wê dawiya wî mîna dawiya faşîzma AKP û MHP be.”
Duran Kalkan li hemberî êrişan peyam da ku ew ê ti carî gelê Êzidî bi tenê nehêlin û hişyarî da:
“Careke din PKK’ê mecbûrî wê yekê nekin ku dest li Şengal û hin deverên din werde.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan beşdarî bernameya televizyona Medya Haberê bû.

Di rojeva Kalkan de şerê li herêmên Zap û Metînayê,

Êrişa artêşa Iraqê li dijî Şengalê,

Û encama hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk, hebû.

Duran Kalkan êrişa ku 17’ê Nîsanê li dijî Zapê destpêkir, weke şerê mezin ê dewleta Tirk binav kir û got:

Ev di heman demê de ji bo gelê Kurd jî şerê herî mezin e. Rojane 24 saet bê navber teknîka herî giran tê bikaranîn.

Her wiha artêşeke kujeran ku ji leşkerên faşîst, cerdevan û çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, beşdarî êrişa li dijî Zapê bûye.

Hesabê wan ebû ku di nava çend rojan de encamê bidest bixin.

Lê hesabê wan lihev nekir.

Sedema vê jî berxwedana dîrokî ya gerîllayên Kurdistanê ye.

Divê were dîtin ku vê gavê li Zap û Avaşînê, rêjîma faşîst a AKP û MHP’ê tê binaxkirin.

Duran Kalkan: PDK’ê eşkere piştgiriya dagirkeran dike

Duran Kalakn diyar kir ku êrişa 17’ê Nîsanê xwe dispêre berjewendiyên hêzên cîhanî û wiha dewam kir:

Almanya û Îngîltere hevkarên herî mezin ên vê êrişê ne. Piştî petrolê dixwazin qeçaxçîtiya gaza xwezayî bikin.

Ji ber şerê Ukraynayê nekarîn ji Rûsya, Çîn û Asyayê gaza xwezayî bistînin.

Lewma tevî PDK û Tirkiyê dixwazin ji Rojhilata Navîn gaza qaçax peyda bikin.

Bi hinceta ku PKK rê li pêşiya wan digre jî, destûra dane Tirkiyê û PDK’ê ku gerîlla tine bikin.

Weke encam, tişta eşkere û zelal ev e;

PDK’ê hemû daxwazên hevkariyê ên dagirkeran qebûl kiriye û niha bûyeke aliyek ji êrişa li dijî gerîllayan.

Êrişa li dijî Şengalê Kalkan: Bi êrişa li dijî PKK’ê, wê PDK tiştekî bi dest nexe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê êrişa artêşa Iraqê li dijî Şengalê jî wiha nirxand:

Li piştî êrişê Amerîka heye.

Amerîka artêşa Iraqê li hemberî Şengalê sor kir. Piştre dît rewş xeter e. Niha jî dixwaze bi hevdîtin û peymanan, îradeya civaka Êzdî bê hêz bike.

Helwesta PDK’ê gelekî xerab e. Ji ber meseleya Şengalê êşa wê heye.

Li pêş çavê her kesî reviya.

Divê PDK’ê bêje, ji niha û şûnde ez ê nerevim.

Divê PDK êdî dijminatiya Şengalê neke. Divê bibe xwedî helwesta welatparêziyê.

PDK bi şerê li dijî PKK’ê jî nikare bigihêje cihekî. Gelê Başûrê û piraniya pêşmergeyan naxwazin li dijî PKK’ê şer bikin.

Ev helwest wan bi nirx e. Lê pêwîste ji vê zêdetir zextê li PDK’ê bikin.

Gelê me ê Başûrê lazime li axa xwe Zap û Avaşîn xwedî derkeve û piştgiriyê bide berxwedana gerîlla-

Back to top button