Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî ku li Helebê di encam qirîza dil de şehîd ketiye eşkere kir.
Navendê di daxuyaniyê de wiha got:
Şervanê YPG’ê Zekeriya di demeke ku li dijî Rojava û bakûrê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî YPG’ê bû.
Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar ya gelê me xwe ava kir, ji roja yekemîn ya ku di nav refan de cîhê xwe girt û heta niha her erka ku girt ser milên xwe bi fedekarî nêz bû.
Navendê ji malbata şehîd re sersaxî xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Zekeriya Silêyman binasnav Zekeriya Efrîn li Efrînê ji dayîk bûye, 18’ê Hezîrana 2019’an li Helebê şehîd bû.