TUÎK: Enflasyon gihişt ji sedî 78,62’an

Daneyên enflasyonê yên meha Hezîranê jî hatin eşkerekirin. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) meha borî enflasyona salane ji sedî 78,62 bû. Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) got, enflasyon ji sedî 175,55 derbas kiriye.
Ev jî weke rêjeya herî bilind a enflasyonê di 24 salên dawî de hat tomarkirin.

Karnameya rejîma AKP’ê ya di warê aboriyê de careke din reşbîn bû.

Daneyên enflasyonê yên Hezîranê hatin eşkerekirin.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha Hezîranê de enflasyon ji sedî 4,95 bû.

Bivê re enflasyona rojane derket ji sedî 78,62.

Enflasyona 6 mehan a ku wê di meha Tîrmehê de mûçeyên memûr û kesên teqawîtbûyî diyar bike ji sedî 42,35 hat hesabkirin.

Li gorî daneyên TUÎK’ê herî zêde nirxê sotemenî û xwarinê zêde bûye.

ENAG: Enflasyon ji sedî 175,5 e

Daneyên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) a saziyekî serbixwe ye ji yên saziyên di bin kontrola rejîma AKP’ê de gelek cudatire.

Li gor daneyên ENAGê enflasyona mehane meha borî ji sedî 8,31 bû.

Enflasyona salane jî ji sedî 175,55 bû.

ENAG ragihand ku di meha Hezîranê de ji sedî 16,51 bihayê herî zêde di sektora xaniyan de pêk hatiye.

Bi daneyên dawî yên hatine eşkerekirin re jî xuya dike ku li Tirkiyê ji 1998’an ve bihabûna herî zêde li welat heye.

Back to top button