Ukrayna: Rûsya xwe ji pêngaveke nû ya êrişê re amade dike

Moskow ji serketinên xwe yên li ser xaka Kîevê hîn zêdetir dixwaze. Ji ber vê yekê artêşa Rûsya amadekariyên pêngaveke nû ya berfirehkirina êrişên li rojhilatê welat dike. Îstixbareta Ukrayna ragihand ku têkildarî vê pêngavê de wan agahî bidest xistine. Brîtanya jî ev yek bi daxuyaniyên ji aliyê wezareta parastinê ve hatî dayîn piştrast kir.

Dengê van moşek û çekên giran bi mehane ji nava xaka Ukrayna kêm nebûye.

Rûsya ya bidestxistina armanca xwe de israr dike, bi hemû hêza xwe li rojhilatê Ukrayna êrişan pêk tîne.

Gund, navçe, bajar û parêzgeh.

Yek bi yek ji aliyê hêzên Rûsya ve tê kontrolkirin.

Lê diyare ku Rûsya bi ya heyî neraziye.

Berdevkê Servîsa Îstixbarata Ukrayna Vadym Skibitskyi diyar kir ku Rûsya ji derveyî moşekan ên ku ji hewa û ji deryayê ve têne avêtin, li ser tevahiya xeta eniyê amadekariya êrîşeke nû dike.

Skibitskyi bal kişand ku wan karîbûn çavdêriya amadekariyên artêşa Rûsyayê li pişt eniyê bikin û got, “Niha amadekarî ji bo qonaxa bê ya êrîşê tên kirin.”

Li gorî daxuyaniya artêşa Ukraynayê, Rûsya amadekariyên xwe yên ji bo girtina bajarê Slovyansk ê stratejîk, bi taybet li herêma Donetsk a Rojhilatê didomîne.

Artêşa Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku wê li hemû eniyan operasyonên xwe yên leşkerî zêdetir bikin.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îro ragihand ku artêşa Rûsyayê çeperên xwe li herêmên ku li başûr kontorl kirine xurt kirine.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu duh yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên “Başûr” û “Navendê” yên ku di şerê li Ukraynayê de cih digirin kontrol kir.

Di daxuyaniyekê de, wezîr Şoygu “ferman da ku çalakiyên yekîneyên leşkerî di hemû aliyên operasyonê de bên zêdekirin, da ku rê li ber êrîşên rêjîma Kîev li dijî niştecihan û binesaziya sivîl li Donbas û deverên din bigire.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di daxuyaniya xwe ya eşkere kirina bîlançoya şerê li herêmê de îdia kir ku heta niha 256 balafir, 139 helîkopter, û 4 hezar û 73 tankên artêşa Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button