Sunak û Truss wê ji bo serokwezîrtiya welat bikevin pêşbaziyê

Li Îngilistanê, Partiya Muhafezekar du endamên dawî yên bo serokwezîrtiya welat diyar kirin.
Piştî tûrên di nava namzetên bo serokatiya partiyê pêk hatin de herî dawî Sunak û Truss man.
Serokwezîrê welat jî wê di 5’ê Îlonê de were li ser deshilatdariyê.

Piştî ku Serokwezîr Boris Johnson ji serokatiya Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê îstifa kir, pêşbirka serokatiya partiyê dewam dike.

Wezîrê berê yê Maliyê Rishi Sunak, Wezîra Karê Derve Liz Truss di dengdana dawîn de di koma parlemanî ya partiyê de ji bo pêşbaziya serokatiyê di Partiya Muhafezekar a desthilatdar li Brîtanya de gihîştin tûra dawî.

Alîkara Wezîrê Bazirganiyê Penny Mordaunt bi dengê herî kêm ji tûra dawî ya pêşbaziyê derketibû.

Di nav du berbijêrên mayî de, zêdetirî 160 hezar endamên partiyê wê serokê nû yê Partiya Muhafezekar û di heman demê de serokwezîrê nû yê Brîtanya hilbijêrin.

Serketiyê hilbijartinê wê di 5’ê Îlonê de diyar bibe.

Namzetên ku beşdarî dengdana dawî û dabeşkirina dengan bûne wiha ne:

  • Rishi Sunak 137
  • Liz Truss 113
  • Penny Mordaunt 105

Tê nîqaşkirin ku Sunak ê ku herî zêde deng ji wekîlên muhafazakar standiye, wê nekare ji endamên partiyê ewqasî dengan bidest bixe.

Beriya dangdana doh pêk hate de, lêpirsiyek bi 725 endamên partiyê re hate kirin.

Li gorî lêpirsiyê Sunak di dengdana endamên partiyê de wê nekare mîna niha biser bikeve.

Piştî dengdanê, Rishi Sunak vîdyoyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û spasiya parlamenterên ku deng dane wî kir.

Back to top button