Li bajarê Lyaon ê Fransa yê navê Hevrîn Xelef li qadekî kirin

Li bajarê Lyon a Fransayê bi merasîmeke navê Hevrîn Xelef li qadekî hate kirin.

Navê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li bajarê Liyon ê Fransayê li qadekî hate kirin.

Li qada Jîlotek ya herîma Heftanya ya Lîyonê li qadeke pirçandî hate kirin.

Li ser tabelayê jî hate nivîsandin Jina Siyasetmedar a Kurd û femînist Hevrîn Xelef.

Ev biryar jî ji aliyê meclisa şaredariya Heftan ve hate girtin.

Navlêkirina qadê bi beşdariya endamên şaredariyê, senator, û gelek siyastemedaran pêk hat.

Şaredariya Fanî dibo di merasimê de axivî û diyar kir ku Hevrîn Xelef ji ber siyaseta xwe ya pirçandî bû hedefa terorîstan. Lê emê li vê qada pirçandî navê jina têkoşer a Kurd bidin jiyan kirin.

Hevrîn Xelef a 15’ê Mijdara 1984’an hate dinê, 12’ê Cotmeha 2019’an li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ve bi hovane hate qetilkirin.

Back to top button