Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şehîd oxir kir

Îro şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyê şehîd Jiyan Tolhildan spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan ji nexweşxaneya ş. Xalid Fecir wergirt.

Piştre li nava taxên kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûdê heta bi mala şehîd gerandin û derbasî goristana şehîdan kir.

Bi hezaran ji şêniyên her du taxan, hêzên YPG û YPJ’ê beşdarî merasîma şehîd Jiyana Tolhildan bûn.

Di merasîmê de bi navê fermandariya giştî ya YPG û YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî.

Her wiha bavê şehîd Hisên Yûsif jî axivî.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button