Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û Efrînê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike..
Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê, gundên Şehba, Şera û Şêrewa yên Efrînê topbaran kirin.

Roj bi roj êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Minix, Şêx îsa yên Şehbayê û gundên Tat Meraş, Şewarxa, Merenaz yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin..

Heta niha zêderî 100 topên obîsê li herêmê ketine.

Di encama van topbaranan de 6 kes birîndar bun û navê wan jî wiha ne:

  • Fehîme Reşo ya 22 salî.
  • Kewser Mistefa ya 17 salî.
  • Lemya Hesen ya 41 salî.
  • Roxaş Reşo yê 15 salî.

Etriyê Mihemed şûbek ya 20 salî û Sewsen Siphî Mustafa ya 14 salî ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbarankir.

Her wiha nêzî 30 top li derdora gund ketine.

Heta vê kêliyê zêdetirî 100 top li gundên Şehbayê ketine

Di heman demê de dagirkeran gundên Herbil, Um Hoş, Semoqa, Til Madîq, Ziwanê û Şaalê yên Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî nêzî 100 top li herêmê ketine.

Back to top button