HPG’ê: Li Zap, Metîna û Avaşînê 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayan yên silavkirina 15’ê Tebaxê bê navber dewam dikin. Hêzên gerîla li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê rêzeçalakî pêk anîn. HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakî û berxwedana dîrokî ya gerîla, bi ruhê serkeftinê yê 15’ê Tebaxê bê navber dewam dike û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 13’ê Tebaxê li Qada Saca tîmên bi tevger yên YJA Starê li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di encama çalakiya bi rêbaza sabotajê de 4 dagirker hatin kuştin..

Li Qada Çemço droneke ku li ser qadê digeriya ji aliyê tîmên me yên bi tevger de hate xistin. Dîsa helîkoptereke Skorsky ku dixwest dagirkeran li qadê dayne hat hedefgirtin û neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 13’ê Tebaxê hêzên YJA Starê li qereqola Kanî Masî xistin.

Di encama çalakiya li dijî holikekê de 2 dagirker hatin kuştin û holik jî hat rûxandin. Paşê li dagirkerên li derdorê jî hate xistin, dagirkerek hat kuştin, yek birîndar bû û sîstemeke kamera ya mobesse hat rûxandin.

Heman rojê li Girê Hekarî di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de 3 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 14’ê Tebaxê li Qada Werxelê kamerayeke ku dagirkeran di nava çeperên şer de bi cih kiribûn û li ser jî mayîn danîbûn hate rûxandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 13’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi çekên kîmyewî, 13 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button