Alîkarê Heserokê Giştî û Berpirsê Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş li ser hilbijartina Stenbolê ya ku wê 23’ê Hezîranê bê dubarekirin, axivî.
Azad Bariş bal kişand ser aştiya civakî, welatek hevpar û komara demokratîk û wiha axivî:
Ji bo em karibin vê yekîtiyê ava bikin, em ketine nava seferberiyeke mezin de.
Em bang li hilbijêrên xwe dikin ku dengê xwe bidin namzetê demokrasiyê Ekrem Îmamoglû.”